شبكة لالش الاعلامية

Barzanî sersala Babilî Aşûrî û Cejna Ekîto pîroz kir

Barzanî sersala Babilî Aşûrî û Cejna Ekîto pîroz kir  

Waar media

Serokê herêma Kurdistanê, peyamek bi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejna Ekîto belav kir û têda ragîhand; Kurdistan welatê hemûyane, lê hizra tundrewî û taîfegerî, cihê xwe di Kurdistanê da nabîne.

Di wê peyamê da pîrozbahîyan li gelê Siryan Aşûrî û li hemû cîhanê kir, Barzanî tekez kirîye ku di xweşî û nexweşîyan da, hemû pêkhateyên Kurdistanê çarenivîsek heye û hemû pêkhate li dijî teror û cudakarîyê di bereyekê dane û pêwîste ferhenga bihevre jîyan û birayetîyê bê parastin û bê zanîn ku di Kurdistanê da, hizra tundrew û taîfegerî cihê xwe nabîne.

Serokê herêmê hêvî jî xwestîye ku hemû birayên di jîyana awareyê da, bi zûtirîn dem bi serbilindî vegerin ser malên xwe û aramîya dever û nawçeyên wan bê garantî kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rûsya: Pêwîst e kurd jî hebin

Lalish Duhok

Qaymeqamê Şingalê: Destê grubên ser bi PKKê di bêserşûn kirina hemwelatiyan de heye

Lalish Duhok

Laliş Şingal li kampa Xankê beşdarî çalakiyek hişyariya tenduristiyê dibe

Lalish Duhok