شبكة لالش الاعلامية

Barzanî ligel Balyozê Birîtanya yê Iraqê civiya

Barzanî ligel Balyozê Birîtanya yê Iraqê civiya

Rûdaw

 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Birîtanya yê Bexdayê Frank Bakir û şandakê ligel wî kir û behsa referandûma serxwebûna Kurdistanê kirin.

Roja Pênçşema 15.06.2017 li Selaheddîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraq Frank Baker û şandekê li gel kir.

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê Mesûd Barzanî û Frank Bakir de pêvajoya siyasê ya Herêma Kurdistanê, referandûma serxwebûnê, rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê, şerê li dijî DAŞê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de Mesûd Barzanî derbarê referandûma serxwebûnê de gotiye daxwaza gelê Kurdistanê ew e ku destkeftên xwe bi rêya aştî û dûrî li tundiyê bi dest bîne û çarenûsa xwe diyar bike û dixwaze baştirîn peywendî li gel Bexda û cîranên xwe û welatên navçeyê de hebe.

Li gorî daxuyaniyê  Frank Bakir tekez li wê yekê kir ku welatê wan li gel wê yekê ne ku hemû gel û netew bixwe çarenivîsa xwe diyar bike, lê belê di wê baweriyê de ne ku demeke baş nîne ji bo encamdana referandûma Kurdistanê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir

Lalish Duhok

Li Efxanistanê bi hezarên koçberan berê xwe dane Kabulê

Lalish Duhok

Rêzgirtin li serokê desteya Bilinda Bingehê Laliş ji aliyê Weqfa Belgekirin û Arşîvên Kurdistanê ya Kurdî tê girtin.

Lalish Duhok