شبكة لالش الاعلامية

Barzanî:Kurdistan bi danûstandin û li hevtêgihîştinê kar ji bo peydakirina mafên xwe dike

Barzanî:Kurdistan bi danûstandin û li hevtêgihîştinê kar ji bo peydakirina mafên xwe dike

BasNews

Roja dûşem 19.06.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm Cibûrî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek parlementer û nûnerên kutleyên siyasiyên li nav Encûmena Nûnerên Iraqê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Dr Roj Nurî Şaweys û Azad Berwarî û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî û emniya Iraqê û şerê azadkirina Musil û qonaxa piştî Da’îş û rewşa navçeyên azadkirî û rewşa koçberan guftûgokirin, her wiha ronahî xistin li ser hevkêşe siyasiyên navxweya Iraqê û hilbijartinên pêş yên Parlemena Iraqê.

Li beşekî dinê civînê de referandûm û paşaroja Kurdistanê û dewleta Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser sedemên binpêkirina destûr û şeraket û tewafuq li Iraqê balkişand li ser wê yekê ku biryare referandûma gelê Kurdistanê biryarekî bê vegerane û tekez jî li wê yekê kir ku Kurdistan dûrî tundiyê û bi sûdwergirtina li amrazên aştiyane û guftûgoyê û hevdû têgihîştina li gel aliyên Iraqiyan kar ji bo bi cîhkirina mafên wê dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şingaliyan êrişa Tirkiyê li ser Rojava şermezar kirin

Lalish Duhok

Desteya bilinda bingehê laliş harîkaryên daraî bi ser (64) xwendekaran belavkir

Lalish Duhok

Bajarên kevin ên Kurdistanê (Kordoîn)

Lalish Duhok