شبكة لالش الاعلامية

Gereka Efserên zêrevanî ji Kurdên Êzdî derçû

Gereka Efserên zêrevanî ji Kurdên Êzdî derçû

Tora Laliş ya Ragehandinê

Piştî rezamendya cenabê Serok Barzanî hatye wergirtin (15) Pêşmergên Êzdî hêza Komandoz ser bi hêza leşkerê zêrevanî ve derçon û pleya efseryê wergrtin.

li roja çarşembûyê‌ 21 huzeyrana 2017ê‌,pazde Efser jI kurdên Êzdî derçûn, pIştî pIşkdarî xolekê‌ buyn ku Wezareta Pêşmergey bi hemahengî digel Wezareta Bervanya Îtalya û bi serperştya Efserên Îtalî encam dabû.

Hêjayî gotInê ye ev pazde pêşmergên hatîne piledarkirin ji nav wan hezar Pêşmergên Şingalî hatîne bijartin ewên li 25\7\2007 hatîne damezrandin, pitrya wan noke dam û dezgehên û qunslyatên welatêt biyanî li Hewlêr diparêzin.

Ji layekê‌ dîve Fewceka dî ya Pêşmergey ku ji 500 serbazan pêk dêt ji kurdên Êzdî piştî cejina remezanê‌ û dawî hatna rahênana dê‌ derçin û dest bi parastina devera Şingalê‌ ken.

Herwesa dête çaverêkirin li wextekî nêzîk 5000 Pêşmergehên dîtr ji hemî pêkhatên Deşta Neynewa bihêne damezrandin, rêjeyeka baş jivan Pêşmergeha dê Êzdyên xelkê‌ Welat Şêx û Başîk û Behzanê‌ bin û ev hêze dê‌ deverên xwe parêzin diçarçûveyê‌ Wezareta Pêşmergey da.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Xortekî Kurd li Almanyayê xwe şewitand

Lalish Duhok

Her kesekî sifkatyê bi aînekî bikit dê ête siza dan

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li general Richard Bell kir

Lalish Duhok