شبكة لالش الاعلامية

Komîsyona Hilbijartinan yekemîn pêngava referandûmê davêje

Komîsyona Hilbijartinan yekemîn pêngava referandûmê davêje

Rûdaw

Piştî Cejna Remezanê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê, ji bo di referandûmê de li ser sandûqan kar bikin, dest bi wergirtina 60 hezar karmendan dike.

Serokê Civata Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Hindirîn Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Ev 60 hezar karmend ji bo birêxistina karên ser sandûqan dê werin erkdarkirin. Kar ne hêsan e û wext lazim e. lewma piştî bêhnvedana cejnê em ê dest bi wergirtina van karmanedan bikin.”

Hindirîn Mihemed da zanîn, ku ev karmend dê bi awayeke demkî, bi girêbest werin wergirtin û heqdestê wan jî dê 100 dolar be.

Roja 7ê Hezîrana 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel piraniya partiyên nav hikûmet û parlamentoyê civiya û roja 25ê Îlona 2017ê jî weke roja referandûma serxwebûnê, diyar kir. Vê biryarê li Iraq û navendên navdewletî deng veda û rastê karvedanên cuda hat.

Piştî vê yekê hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo xercên referandûmê 6 milyon dolar xiste ser hejmara bankê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê.

Beriya niha Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan, ji bo hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û parlamentoyê daxwaza 35 milyon dolaran kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Welatiyên li Şingalê li dijî vegera 25 malbatên Ereb xwepêşandan encam dan

Lalish Duhok

Bi çavdêrya Şêx Şamo pitr ji (60) xwendekarên nawçeya xankê hatin xelat kirin

Lalish Duhok

Serok Barzanî Cejna Cemayê pîroz kir

Lalish Duhok