شبكة لالش الاعلامية

NY:Li Reqayê 50 hezar welatiyên sivîl asê mane

NY:Li Reqayê 50 hezar welatiyên sivîl asê mane

BasNews

 Navdewletiya Karûbarên Penaberan a ser bi Netewên Yekbûyî ve (UNHCR)  ragihand, ku bajarê Reqayê yê Sûriyê nêzîkî 50 hezar kes asê mane û pêdawestiyên jiyanê jî li wî bajarî kêmbûne, herwiha dive alîkariya wan were kirin.

Îro, Çarşemê 12.07.2017 Berdevkê Rêxistina Navdewletiya Karûbarên Penaberan a ser bi Netewên Yekbûyî ve (UNHCR) Andrey Mehaçêk di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, nêzîkî 50 hezar kes asê mane û pêdawestiyên jiyanê jî li wî bajarî kêmbûne, herwiha dive alîkariya wan were kirin.

Herwiha Berdevkê Rêxistina Navdewletiya Karûbarên Penaberan da zanîn ku, ji ber nebûna ewlehiyê û rewşa xirab yaw î bajarî û navçeyê xwarin kêm bûye û hewceyî alîkariyê ne.Tekez kirk u, di heman demê ji ber vexwarina ava pîs nexweşî di nav welatiyan de belav dibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kempa Khankê .. Vekirina dewreyên haydariyê bi hemahengî digel Heyva Sor

Lalish Duhok

Zêdetir ji 500 xwandevanên êzdî bûne qurbana siyaseta xelet a PKKê

Lalish Duhok

OPERASYONA MÛSILÊ – Dem diyar bû

Lalish Duhok