شبكة لالش الاعلامية

Her kesek hevkariyê bo dîtin û rizgarkirina Êzidiyekî revandî bike tê xelatkirin

Her kesek hevkariyê bo dîtin û rizgarkirina Êzidiyekî revandî bike tê xelatkirin

BasNews

Nûnerê Kurdên Êzdî li Encûmena Parêzgeha Mûsilê amaje bi wê yekê kir ku, her kesek hevkariyê bo dîtin û rizgarkirina Êzidiyekî revandî bike, bi yek milyon Dînar tê xelatkirin.

Nûnerê Kurdên Êzdî li Encûmena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ji BasNewsê re ragehand ku, her kesek alîkaiyê bike û zanyariyan derbarê cihê Kurdên Êzdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin bi yek milyon Dînar tê xelatkirin.Herwiha nav û navnîşana wî jî diparêzin, di heman demê de Encûmena Parêzgeha Mûsilê biryar daye her malbatek di nav mala wî de kesekî Êzdî hebe û di heyama 10 rojan de aşkere neke yan radestî neke ew berpirsyare û dê were dadgehkirin.

Nûnerê Kurdên Êzdî li Encûmena Parêzgeha Mûsilê ji BasNewsê da zanîn ku, eger 10 rojan ewên ku, Krdên revandî di mala wî de hene û aşkere neke skala li ser tê tomarkirina û mala qî tê pişkîninkirin û ji alliyê polîsan ve tê desteserkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Laliş Şingal selikên xwarinê li Xankê belav dike

Lalish Duhok

Rêkxstîya Hartland pirojeyekî pêşkeşî bingehê laliş dike

Lalish Duhok

Lûtkeya Bazirganiyê ya Tirkiye-Iraq-Herêma Kurdistanê destpê kir

Lalish Duhok