شبكة لالش الاعلامية

Cîhan Endamên Kongresa Amerîkayê: Gefa herî mezin a li hember dewleta kurdî Îran e

Endamên Kongresa Amerîkayê: Gefa herî mezin a li hember dewleta kurdî Îran e

Rûdaw

Çend endamekê Kongresa Amerîkayê di wê baweriyê de ne ku Îran gefa herî mezin e li pêşiya avabûna dewleta serbixwe ya Kurdistanê û dibêjin; “eger Îran hewl bide êrîşê Kurdistanê bike yan jî bixwaze dagîr bike, li hember vê Amerîka bê deng namîne.”

Kongresa Amerîkayê dikare desthilata şer bide serok û herwiha dikare vê desthilatê jê bistîne. Derbarê egera êrîşa Îranê ya li ser dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Endamê Kongresa Amerîkayê Trent Franks dibêje, Amerîka li hember hewldaneke wiha bê deng namîne.

Franks diyar dike: “Ez bawer dikim di rewşeke wiha de, li hember dagirkeriya Îranê, ji bo parastina kurdan çi pêwîst be emê bikin.”

Hinek endamên kongresê, ji bo rûbirûbûna gefa Îranê, çareseriyên radîkaltir pêşniyar dikin.

Endamê Kongresa Amerîkayê Steve King dibêje: “Bi nêrîna min guhertina rejîma Îranê rêya herî baş e ji bo çareserkirina krîza asêmayî ya atomî ya Îranê. Bi guhertina rejîmê dê pêewendiyên dostane di navbera hikûmeta nû ya Îranê û kurdan de sazbibin.”

Her çi qas Kongresa Amerîkayê siyaseta derve ya Amerîkayê amade nakin jî lê weke desthilata yasadanînê, kongres saziyeke giring e. Ji bo ragihandina şer divê serokê Amerîkayê rizaya kongresê werbigre. Kongres dikare yasa derbixe da ku hevkariya darayî û serbazî ji Kurdistanê re were kirin.

Roja Înê (28-07-2017), holekê Kongresa Amerîkayê bi kurd û dostên kurdan tejî bibû. Serkirdetiya kurd hewldida di vê kombûnê de lobiyeke bi hêz bike da ku Washington piştgirî bide referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

Di vê mijarê de komdengiyek dihate têbînîkirin: Îran gefa herî mezin dibe li hember avabûna dewleta serbixwe ya Kurdistanê. Eger raste rast Kurdistanê dagir neke jî, dikare rêyên din ên alozkirinê bikarbîne.

Pisporê Karûbarên Serbazî ua Peymangeha Hudson Michael Pregent dide xuyakirin: “Ne şert e Îran bixwe Kurdistanê dagir bike. Dikare hêzên xwe yên kirêgirtî bikar bîne. Ew hêzên ku ala Iraqê bilind dikin. Pierkî zemînî yê şîeyan heye di navbera Tehran û Bexdayê û Beyrûdê de. Beriya çend rojan min ligel generalekî axivî. Min jê pirs kirk a çima karvanên otomobîlên van hêzan bombebaran nakin? Wî digot, ala Iraqê li ser otomobîlên wan e.”

Cîraneke din ku dikare li ser Kurdistanê bibe metrsî, Tirkiye ye. Lê Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dide xuyakirin, ku tirsa wan ji êrîşeke serbazî ya Tirkiyê nîne.

Pispor û berpirsên Washingtonê dibêjin, ji bo serxwbûna Kurdistanê bidestxistina piştgiriya Bexdayê ji piştgiriya Amerîkayê giringtir e. Eger Bexda û Hewlêr bigihin rêkeftinekî aştiyane, Amerîka jî dikare bi xêr hatina nûtirîn dewleta serbixwe ya cîhanê bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîrê Iraqê Kazimî serdana Şingalê kir

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî li gel Muqteda Sedr civiya

Lalish Duhok

Li Şingalê gorekê dî yê bi kom hate dîtin

Lalish Duhok