شبكة لالش الاعلامية

VÎDEO- Keçika 2 salî bi keviran kuşt

VÎDEO- Keçika 2 salî bi keviran kuşt

Hewlêr (Rûdaw)


Li Hewlêrê, zilamekî keçikekê 2 salî bi keviran kuşt û 50 metre dûrê mala wan xiste bin avê. Tawanbar piştî kuştina keçikê êrîşê dayika wê jî kir. Piştî bûyerê polîsan kujer destgîr kirin. Lêkolîna derbarê vê bûyera bi xof de berdewam dike.

 

Li Ozal City a Hewlêrê, kesekî keçikekê 2 salî yê yê bi navê Mariya kuşt. Malbata Mariyaya biçûk xelkê bajarokê Qereqûş a navçeya Hemdaniye ya Mûsilê ne. Malbata krîstiyan ji ber şerê DAIŞê di sala 2014ê de reviya bûn û li Hewlêrê bicîh bibûn.

 

Berdevkê Polîsên Hewlêrê Hogir Eziz derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand: “Piştî 3 rojan polîsan termê Mariyayê 50 metre dûrê mala wan dîtin. Tometbar Mariya kuştiye û xistiye bin keviran.”

 

Hogir Ezîz da zanîn, ku kujer ji ber pirsgirêkeke malbatî ev tawan encam daye, lêkolîn û lêpirsîn berdewam dikin.

 

Ji bo lêkolînê termê Mariyayê veguhestina Pizîşkê Dadî ya Hewlêrê. Li gorî znyariyên destpêkê, tometbar ji Mariyayê re gotiye “were ez te bibim dikanê” û ew xapandiye, biriye bi keviran keçika biçûk kuştiye.  Paşî çûye mala wan û xwestiye destdirêjiya dayika wê jî bike.”

 

Zanyariyên hûr ên derbarê kuştina Mariyayê de, di bernameya Berpirsiyar a Rûdawê de dê werin eşkere kirin. Malbata Mariyayê û polîsê Hewlêrê li ser vê bûyerê çi dibêjin?

 

Bernameya Berpirsyar demjmêr 6:00ê  êvarê di televîzyona Rûdawê de tê weşandin.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

welatiyekî Amrîkî piştî wexer dawyê kirî li Şingal hate bin ax kirin

Lalish Duhok

Neteweyên Yekbûyî pisporekî Alman ji bo lêkolîna tawanên DAIŞê erkdar kir

Lalish Duhok

Wezîrê bergirîya Tirkîyê: Tirkîyê dê her karekî bo derxistina PKKê ji Şingalê bike

Lalish Duhok