شبكة لالش الاعلامية

9 koçberên Sûrî di deryê de xeniqîn

9 koçberên Sûrî di deryê de xeniqîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Antalyayê di nav derya Naverast de belemeke koçberan noqî avê bû. 9 koçberên Sûrî canê xwe ji dest dan, 5 kes hatin rizgarkirin.

Nêzîkî beravên navçeya Demre ya Antalyayê, belemeke koçberên Sûriyê noqî avê bû. Li gor agahiyên destpêkê, di bûyerê de 9 kesan canê xwe jidest dan ku, 6 ji wan zarok in. 5 kes jî hatin rizgarkirin.

Termên koçberan ji bo nexweşxaneya Antalyayê hatin veguhetin û hat ragehandin rewşa kesên hatine rizgarkirin baş e.

Bavê pênc zarokên ku canê xwe jidest dane da xuyakirin, du demjimêr di nav deryayê de mane û armanca wan ew bû ku xwe bigihînin doravên Yunanistanê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

“292 êzîdiyên koçber bûne” ji kampên Dihokê bo Şingalê vegeriyan.

Lalish Duhok

Kemal Kerkûkî bo Ebadî: Pêşmerge pêwîstî bi Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî nîne

Lalish Duhok

Gihorînên demî keftîne Cejn û helkeftên Êzidya

Lalish Duhok