شبكة لالش الاعلامية

Qasim Şeşo: Gelek pisporên serbazî yên biyanî gihîştine Şingalê

Qasim Şeşo: Gelek pisporên serbazî yên biyanî gihîştine Şingalê

BasNews – Fermandeyê Pêşmerge li mezargeha Şerfedîn li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, gelek pispor û şêwirmendên serbazî yên biyanî gihîştine Şingalê û mijûlî danîna pilaneka serbazî ne.

Qasim Şeşo ji BasNewsê re got, di heyama çend rojên borî de gelek pispor û şêwirmendên serbazî yên biyanî gihîştine Şingalê û mijûlî danîna pilaneka serbazî ne li ser çiyayê Şingalê.

Wî fermandeyê Pêşmerge her wiha got, dê li ser çiyayê Şingalê bingeheke serbazî ya mezin were çêkirin û hêzên çend welatan jî dê tê de bimînin.

Qasim Şeşo anî ziman ku hebûna milîsên Heşda Şeibî û çekdarên PKKê li Şingalê, ewlehiya deverê dixe metirsiyê ji ber wê jî danîna bingeheke serbazî li ser çiyayê Şingalê gelekî girîng e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî pişikdarî merasîmên 241 saliya damezrandina Amerîkayê bû

Lalish Duhok

Wêne- Li kampa Şariya agir derket

Lalish Duhok

Mezargeha Şêx Mend a Şingalê dîsa hat vekirin

Lalish Duhok