شبكة لالش الاعلامية

Mala mîr li hev kir: Mîrê Kurdên Êzidî tê diyarkirin

Mala mîr li hev kir: Mîrê Kurdên Êzidî tê diyarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Mîr û Civata Ruhanî ya Êzidiyan ragihand, sibe pêncşemî  dê biryar li ser mijara hilbijartina kesekî bo Mîrê Êzidiyan bê dayîn û ev mijar dê bê yekalîkirin.

Kurê Mîr Tehsîn Begê Mîrê Berê yê Êzidiyan, Ismet Tehsîn Beg ji Rûdawê re ragihand: “Îro malbata Mîr rêkeftine ku Hazim Tehsîn Beg bibe Mîrê Kurdên Êzidî.“

Ismet Tehsîn Beg got: “Biryar e roja Şembiya bihê merasimeke olî li Perestgeha Lalişê birêve biçe û bi şêweyekê fermi Hazim Tehsîn Beg weke mîr bihê destnîşankirin.“

Her derbarê vê mijarê de, Şêwirmendê Mîr û Civata Ruhanî ya Êzidiyan, Faris Kitî ji Rûdawê re ragihand, “du heta sê roj berî niha civînek bi armanca diyarkirina kesekî weke Mîrê Êzidiyan hat encamdan û hevnêrîniyeke mezin di nav malbata mîr de heye ku Hazim Mîr Tehsîn Beg bibe Mîr, lê belê roja Pêncşemê civînek heye û ev mijar dê were yekalîkirin.“

Zêdetirî şeş mehan e ku Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û nseranserê cîhanê koça dawî kiriye, lê belê heta niha kesek li cihê wî weke Mîrê Êzidiyan nehatiye diyarkirin.

Roja 28ê Kanûna 2019an, Mîr Tehsîn Beg li nexweşxaneyeke bajarê Hanover a Almanyayê di temenê 86 saliyê de koça dawî kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî û Ehmed El-Cerba rewşa Sûriye û navçeyê guftûgo dikin

Lalish Duhok

Duhokê ve 23 kamyonên barhelgir ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin şandin

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 7 ol ên fermî û 6 hezar perestgeh hene

Lalish Duhok