شبكة لالش الاعلامية

Êzidiyan li Şingalê cejna Çilê Havînê pîroz kirin

Êzidiyan li Şingalê cejna Çilê Havînê pîroz kirin

Li Şingalê û derdora wê, welatiyên Kurdên Êzidî cejna Çilê Havînê ango Cejna Feqîran pîroz kirin.

Şingal (Rûdaw) Li navçeya Şingalê û deverên derdora wê, welatiyên Kurdên Êzidî cejna Çilê Havînê ango Cejna Feqîran pîroz kirin.

Di vê cejnê de, ku taybet e bi Feqîrên Kurdên Êzidî, di destpêkê de serdana goristanan tê kirin, piştî derbaskirina nêzîkî 2 saetan, Kurdên Êzidî serdana mezargehên xwe yên pîroz dikin.

Ji sedî bîst û pêncê Êzidiyên Şingalê, ji taxa Feqîran pêk tê.

Micêwirê Mezargeha Şerfedîn, Şêx Ismaîl ji Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe bi lidarxistina cejnê di rewşek aram û seqamgîr de anî ziman.

Şêx Ismaîl herwiha hêvî kir, ku ev cejn bibin destpêka lihevkirin û tifaqa tevahiya aliyan, daku xêr û xweşî bi ser tevahiya deverê de bihê.

Di salê de 7 cejnên Kurdên Êzidî hene, lê ev cara yekê ye ji Tebaxa sala 2014 an ve ku cejna Çilê Havînê bi vî awayê berfireh tê pîrozkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokatiya Azerbaycanê derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev de daxuyanî da

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokwezîra Îtalyayê kir

Lalish Duhok

Civata parêzgeha Kerkûkê wê dengdanê li ser bilind kirina Alayê Kurdistanê bike

Lalish Duhok