شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Cejna Cemayê li kurdên êzîdî pîroz kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Cejna Cemayê li kurdên êzîdî pîroz kir

BasNews – Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Cejna Cemayê li kurdên êzîdî pîroz kir.

Îro yekemîn roja Cejna Cemayê ya êzîdiyan e. merasimên vê cejnê roja 12 vê mehê xilas dibin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir û Cejna Cemayê li kurdên êzîdî pîroz kir.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Ez bi helkefta Cejna Cemayê, germtirîn pîrozbahî arasteyî xûşk û birayên kurd yên êzîdî li Kurdistan û cîhanê dikim, hêvîdar im di aramî û xoşiyê de cejna xwe pîroz bikin.

Xûşk û birayên êzîdî di salên borî de rastî êş û zehmetiyên mezin bûn. Em hêvîdar in di bin siya atmosfera pêkvejiyana aştiyane de li Herêma Kurdistanê, wan rojên zehmet derbas bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, çi ji dest bê, dê bo kêmkirina êş û derdên wan û kûrkirina ruhê pêkvejiyanê û dostaniya navbera pêkhateyên ayînî û netewî bike.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî sersala Babilî Aşûrî û Cejna Ekîto pîroz kir

Lalish Duhok

Bingehê Laliş salvegera damezrandina Duhok TV pîroz diket

Lalish Duhok

Kemal Tolan: Hevpeyvîna li ser nasîna kesayetî, zanîn û berhemên birayê Pir Xelat Elias BEŞ II

Lalish Duhok