شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî danîna Baba Şêxê nû yê êzdiyan pîroz kir

Serok Barzanî danîna Baba Şêxê nû yê êzdiyan pîroz kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî bi boneya helbijartin û danîna Baba Şêxê nû yê êzdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Li gor malpera fermî ya serok Barzanî peyam waha ye:

Bi helkefta danîna Baba Şêxê nû yê ola Êzdiyan pîrozbahiyên germ pêşkêşî Mîr Hazim û Civata Ruhanî û hemû xûşk û birayên me yên Êzdî dikim.

Hêvîdarim‌ danîna Baba Şêxê nû bibê hevêna yekrêzî û tebayiya di nava civaka Êzdî û Êzîdxanê da û bibê dergehê xêr û derbasbûna ji êş û azar û jiyana koçberiyê û dawî hatina ferman û jenosaydkirina Kurdên Êzdî.

Pîrozbahiyeka taybet li Baba Şêx Elî dikim û hêvîdarim di erkê xwe yê nû da yê serkeftî be û xizmeta civak û ola Êzdiyan bike.

Li dawiyê tekez li ser parastina taybetmendiya ola Êzdiyan û hemî pêkhatên din yên Kurdistanê dikim û pêdiviya giyanê pêkve jiyanê û hevdû qebulkirina li Kurdistanê mukimtir û bihêztir bibe.

Mesûd Barzanî
18.11.2020

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rûsya: 2 hezar çekdar ji Sûriyê û Iraqê vegeriyane Ewropayê

Lalish Duhok

Berêz Şêx Şamo pêşwasyê li Diktor ”Amin Kalo” kir

Lalish Duhok

dabeşkirina cil û bergên qutabxanê li ser xwendekarên aware

Lalish Duhok