شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo: Li Şingalê egera derketina şer di navbera PKKê û artêşa Iraqê de heye

Şêx Şamo: Li Şingalê egera derketina şer di navbera PKKê û artêşa Iraqê de heye

BasNews – Şêwirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karûbarên kurdên êzdî dibêje eger heye şer di navbera grubên çekdar ên ser bi PKKê û artêşa Iraqê de li Şingalê derkeve.

Şêwirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karûbarên kurdên êzdî Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand, hikûmeta Iraqê gelek caran molet da PKKê ku Şingalê vala bikin.

Şêx Şamo gumanên xwe yên derbarê vekêşîna çekdarên ser bi PKKê li Şingalê nîşan da û ragehand: ‘’Bawer nakim PKK vala kirina Şingalê qebûl bike. Ji ber biryara PKKê dest wê bixwe de nîne, ew destê ku li pişt PKKê ye ku dibêje PKKê li Şingalê bimîne, rê nade ji wî bajarê derkeve.’’

Şêwirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karûbarên kurdên êzdî dilgiraniya xwe nîşan da, ku zimanê PKKê zimanê şer e û biçe her cîhekî yan bi şer yan bi wêranî wê deverê bicîh dihêle.

Şêx Şamo got, PKK ji aliyê felsefîk ve bi Tirkiyê ve girêdayiye û ji aliyê îdare jî bi milîsên Heşdî Şeibî ve ku Îran wan milîsan birêve dibe. Ji ber wê naha PKK li Şingalê xizmetê ji berjewendiyên Îran û Tirkiyê re dike.

Şêx Şamo pêşbînî dike ku şer di navbera PKKê û artêşa Iraqê de derkeve û egera pêketina wî agirê şer jî tenê dê ziyanê bigehîne Şingal û xelkê Şingalê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî li gel taîy û nivîsîngehên bingehê laliş li Sihela  civya 

Lalish Duhok

Barzanî bo Mîr Hazim: Hêvîdar im bi baştirîn şêwe xizmeta Êzidiyan bikin

Lalish Duhok

Almanya bo hêzên pêşmerge çekên li dijî tankan dişîne

Lalish Duhok