شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya cejina sare salê peyameke pîrozbahoyê belav kir

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya cejina sare salê peyameke pîrozbahoyê belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi minasebeta hatina cejna sersala olî ya êzdiyan, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî xuşik û birayên êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim û hêvî dikim sala nû sala şadî û bextewerî û bidawî hatina nexweşî û derdeseriyan be.

Bi vê minasebeta han gerentî didin xuşik û birayên êzidî  ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştîvaneke bihêze bo daxwazên reva yên êzidiyan û tevahiya karînên xwe bikar tîne bo xizmetkirina zêdetir ya êzidiyan û kar kirin ji bo vegerandina awareyan û avedankirina deverên êzidiyan bi hevkariya hikûmeta fedralî ya Iraqê û civaka navnetewî.

Bêgoman cîhbicîhkirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fedralî ya Iraqê û derxistina çekdarên derqanûnî ji Şingalê egereke girîng ya vegerandina ewlekarî û aramiyê ye bo deverê.

Serokê hikûkmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Antî-Teror a Kurdistanê: Ebû Ebdurehman Şîşanî hat kuştin

Lalish Duhok

Sînemekarê kurdê Êzidî ( Newzad Şêxanî ) dibe serokê lijna Dadvanîya Vestîvala navdeletî ya WAH

Lalish Duhok

Parêzerên êzidî fîlma ‘Reşeba’ dibin dadgehê

Lalish Duhok