شبكة لالش الاعلامية

Ayhan Demir : Çend mal helbesta doxtor

DIXTOR
Ez nexweşê ber dermana,
Ketime nav tayê doxtor.
Bûm teyr firîm esimana,
Hêlîn min ra nayê dixtor

Min bêlana hêlîn çê kir,
Xayîna ser kedam kefkir,
Tilî pêçî hevra jêkir,
Ber sur û sermayê dixtor

Xirab bûne baxçe û bax,
Dil dêşê ber êşa kambax,
Herderî tê nalîn û ax.
Dengê bav û dayê dixtor..

Nav dilê min tîr biçike,
Mamre şêrê çar gurçike,
Kanî rûbar namirçike,
Li ber çemê Payê dixtor..

Ayhan Demir. 21.04.2021
(Çend mal helbesta doxtor)

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li dayîka du şehîdan kir

Lalish Duhok

Bingehê‌ laliş:Piroje yasaya dadgeha tawanên da’şê‌ li Kurdistanê‌ gaveka mezine jibo dadmendya êzdyan

Lalish Duhok

Bi wêne – Keçeke biçûk bi bahaneya namûsê li Rojavayê Kurdistanê hate kuştin

Lalish Duhok