شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî bi helkefta roja rojnamevaniya kurdî peyamek belav kir

Serok Barzanî bi helkefta roja rojnamevaniya kurdî peyamek belav kir

– Serok Mesûd Barzanî bi boneya 123 saliya derketina yekem rojnameya kurdî û roja rojnamevaniya kurdî peyamek belav kir

Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Bi helkefta sed û bîst û sêyemîn salvegera derketina yekemîn rojnameya Kurdî ku hevdema roja rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim.

Rojnamevan û medyakar erkê hişyarkirinê û gihandina zanyariyan bi civaka wan li ser milê wan e ku li rastiyê da erkekî pîroz û hestiyar e û rojnamevan roleke girîng li rênişanderiya raya giştî û pêşxistina civakê da heye.

Pêwîst e ragihandin û rojnamegeriya Kurdî çekeke bihêz be di destê gelê Kurdistanê de ji bo berevanîkirina li mafên rewayên mîlletê me û her wiha nasandina doza rewaya gelê me bi hemû cîhanê û li heman demî de jî giraniya kûrtirkirina çanda aştîxwazî û pêkvejiyan û mirovdostiyê be.

Her wiha daxwaza min ji rojnamevanên xweşdivî eweye ku rûbirûyê wan gef û êrîşên rêkxistiya ragihandinê bibin ku ji bo dijayetîkirina îradeya gelê Kurdistanê li aliyê nehezên gelê Kurdistanê ve birêve diçe.

Li vê bîranînê de daxwazê ji hemû rojnamevan û medyakarên xweşdivî û dezgehên ragihandinê dikim ku wê erka xwe ya pîroz li çarçêweya pêverên rojnamegeriya profesyonel û rastgoyî û li ber çav girtina biha û berjewendiyên bilindên welat de encam bidin.

Hêviya serkeftinê ji bo hemû rojnamevanên Kurdistanê re dixwazim

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji destê DAIŞê rizgar bû û kirasê bûkaniyê li xwe kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî bo Sûdanî: Eger niyeta çareseriyê hebe gelek rê hene ji bo çareserkirina kêşeyan

Lalish Duhok

Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîştin Efrînê

Lalish Duhok