شبكة لالش الاعلامية

Wekîlê Mîrê êzdiyan: Rêkeftina Şingalê gîro bibe bêhtir metirsî li ser Şingalê çêdibin

Wekîlê Mîrê êzdiyan: Rêkeftina Şingalê gîro bibe bêhtir metirsî li ser Şingalê çêdibin

BasNews – Wekîlê Mîrê êzdiyan ê karûbarên pêwendiyan diyar kir ku mercên koçberên Şingalê ew e ewlehî û avadanî li Şingalê hebe. Ew jî girêdayî bicîhanîna rêkeftina Şingalê bicîhanînê ye. eger rêkeftin bicîh hat dê bawerî bo avadaniyyê ava be û dê bikarin vegerin ser cîhên xwe.

Wekîlê Mîrê êzdiyan ê karûbarên pêwendiyan Mîr Cehwer Elî Beg ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rêkeftina Şingalê ev demeke dirêje navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye encamdan, lê heta naha nehatiya bicîhanîn. Pêwîste hikûmeta Iraqê rijd be bo bicîhanîna rêkeftina Şingalê û kar li ser bike. Hemû xalên rêkeftinê bicîhbîne ku bawerî bo koçberên Şingalê ava bibe û bikarin vegerin ser cîh û malên xwe. Ji ber yek ji mercên vegera koçberan bo Şingalê jî ew e ewlehî û avadanî li Şingalê hebe. Eger rêkeftina Şingalê bicîhbê bêguman dê ewlehî û avadanî jî destpê bike.’’

Herwaha got: ‘’Çend rêkeftina Şingalê gîro bibe bêhtir metirsî li ser deverên êzdiyan li Şingalê çêdibe. Ji ber guhertina demografî tê kirin ev jî dê ziyaneke mezin bigehîne êzdiyan. Em hêvîdarin hemû kar bên kirin bo nehiştina ava bûna guhertina demografî li Şingalê.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Viyan Dexîl li UN ê: Hîn bêhtir ji 4 heza û 200 jin û zarokên Êzidî di bin destê DAIŞê de ne

Lalish Duhok

Bingehê Laliş mamostayên xanenşînên devera Baedrê xelat diket

Lalish Duhok

27 sal derbas bûn û dengê Mihemed Şêxo ji qulê guhên min derneket!

Lalish Duhok