شبكة لالش الاعلامية

Bingehê‌ laliş 123salya rojnamegerya kurdî pîroz dikt

Bingehê‌ laliş 123salya rojnamegerya kurdî pîroz dikt

Bi helkefta borîna(123)salên pir ji xebat û têkoşan liser damezrandina rojnamegerya kurdî û salroja damezrandina Sendîka Rojnamevanên Kurdstanê‌, bi navê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş bi gişt tayî û nvîsîngehên xo ve ciwantrîn û germtrîn pîrozbahyan arastey tevaya rojnamevanan,mîdyakar, nvîseran, rewşenbîran û xelkê‌ kurdistanê‌ dikeyn.
Êkem rojnama kurdî bi zaravê‌ krmancî ya jor bi navê‌(Kurdistan) li 22î nîsana 1898ê‌ li bajarê‌ qahîre ya paytextê‌ Misrê‌ ji layê‌ mîr (Mîqdad Medhet Bedrxan)ve derket bi Zimanê‌ Kurdî hate çapkirin û kefte berdestê‌ xûndevana, eu roja bûye destpîka tomarkirna dîrok û xebata rojnamegerya kurdî.
Rojnamegerya Kurdstanê‌ sereray barûdoxên sext û dijwarên Kurdistan têda derbaz dibû, jibo gehandina peyama xo ya pîroz û di xizmeta gel û welatî da û dengê‌ rasteqîne yê‌ milletê‌ xo bi rengekê‌ azad li tevaya cîhanê‌ berdewamî bi bizava xo daye.
Bi omêdîn rojnamevanên Kurdistanê‌ li astê‌ prensîp û yasayên rojnamevanya hevçerx, karê‌ xo encam biden wek desthelata çarê‌ berjewendya giştî û netewey biparêzin, û hîvya berdewamî û pêşveçûnê‌ jibo kar û erkê‌ wan yê‌ pîroz dikeyn.
Dûbare ev helkefta mêjoyî ya girng li tevaya rewşenbîrên Kurdistanê‌ bi giştî pîrozbe û her serferaz û serkeftî bin.
Desteya Bilinda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û civakî/Duhok
22î nîsana 2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berpirsekî pilebilind yê xwendina bilind li Kurdistanê jibo şanda Bingehê Laliş: Ji bo xizmetkirina xwendekarên êzîdî dê hemahengî hebe.

Lalish Duhok

NY : Li gorî raportê hejmara qurbaniyên qeza Şingalê di sala 2014 de 308315 kes bûn

Lalish Duhok

Cejna Rojîyên (Êzî) Ya Xuşik û Birayên Êzidîyan Pîrozbê.

Lalish Duhok