ŞINGAL – 10 sal bi ser fermana 73an re derbas bûn
Rûdaw
10 sal bi ser teqînên komelgehên Giruzêr û Sîpa Şêx Xidir ên Şingalê re derbas dibin û kurdên êzidî di vê rojê de hinek çalakiyan li dardixin. Di wan teqînan de 314 kurdên êzdî bûne qurbanî û nêzîkî hezar kesên din jî birîndar bibûn.
Şahidên wan teqînên sala 2007an jî dibêjin, hîna birîna wendakirina kes û karên wan sax nebûye. Piştî derxstina komelgehên wan ji destê DAIŞê, niha jî ew li sînorê Şingalê ketine destê Heşda Şebî.
Di 14 Tebaxa sala 2007ê, li komelgehên Giruzêr û Sîpa Şêx Xidir ên Şingalê du teqînên mezin çêbûn. Di encamê de 314 kes şehîd bûn û 960 kes jî birîndar bûn. Kurdê êzşdî vê trajediyê weke “Fermana 73an” binav dikin.
Temenê Nadiyayê 11 sal in. Dema bavê wê di teqînên Giruzêr û Sîpa Şêx Xidir de canê xwe ji dest da, temenê wê tenê salek bû.
Kebaniya malê Marî Xelef, di teqînê de hevjînê xwe wenda kir. Ew dibêje, me bawer nedikirn ji vê mezintir karesat bi ser me de werin lê êrîşa DAIŞê ya di Tebaxa 2014ê, ji wê jî kambaxtir bû.
Niha xelkê komelgehên Giruzêr û Sîpa Şêx Xidir koçberî kampên Duhokê bûne û belav bûne. Lê bîranîna wan teqînan, koçberand igihîne hev.
Mamostayê Giruzêrê Yusif Hamo dibêje: “960 birîndar hebûn. Birîna 700 kesan giran bûn. Dest û ling û çavên hinekan çûn.”
Komelgehên Giruzêr û Sîpa Şêx Xidir ên Şingalê di êrîşa DAIŞê ya di Tebaxa 2014ê de hatine dagirkirin. Lê niha Heşda Şeibî ew der kontrolkirine. Lewma jî rêya vegerê ji koçberên van komalgehan re dûr e.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
