شبكة لالش الاعلامية

Mezinekî êzîdiyan: Divê kurdên êzîdî du caran piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin

Mezinekî êzîdiyan: Divê kurdên êzîdî du caran piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin

BasNews 

Mezinekî kurdên êzîdî dibêje, eger kurdên misilman carekê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin divê kurdên êzîdî du caran piştevanî bikin.

Mezinekî êzîdiyan bi navê şêx Zêdo Bahedrê, ku niha li derveyî welat dijî, ji malpera fermî ya PDKê re behsa helwesta kurdên êzîdî li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê kiriye û gotiye, referandom û serxwebûna Kurdistanê bo kurdên êzîdî gelekî girîng e ji ber ku dema em bûn xwedan dewlet û welat êdî em li xerîbiyê namînin û emê vegerin welatê xwe.

Şêx Zêdo Behedrê her wiha gotiye, serxwebûna Kurdistanê tê wateya nehîştina zilma DAIŞê û yên mîna wan. Lewma eger kurdên misilman carekê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin divê kurdên êzîdî du caran piştevanî bikin, çimkî du caran zilm li me hatiye kirin carekê ji ber kurdiniya me cara din jî ji ber êzîdatiya me.

Wî mezinê êzîdiyan daye zanîn tenê li Almanya 180 hezar kurdên êzîdî hene û gotiye, tevahiya êzîdiyan dê roja referandomê dengê “erê” bidin, hinek ji wan jî ji niha de bilît standine û dê roja referandomê li Kurdistanê bin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê: Biryara hinardekirina petrola Kurdistanê di destê Tirkiyê de ye

Lalish Duhok

Ce’fer îmînkî, Endamê mekteba sîyasî  ya partî seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kir.

Lalish Duhok

Li ser bilindkirina rola jinan di navendên biryardanê de (Parêzgeha Dihokê wek mînak)

Lalish Duhok