شبكة لالش الاعلامية

Çapemeniya Yûnanîstanê bi giringî behsa serdana Mesrûr Barzanî kir

Çapemeniya Yûnanîstanê bi giringî behsa serdana Mesrûr Barzanî kir

BasNews – Çapemeniya Yûnanistanê bi girîngî behsa serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Atînayê û civînên wî yên ligel serokwezîr û rayedarên payebilind ên Yûnanistanê kir.

Li ser vê mijarê, rojnameya rojane ya Kathîmerînî ragihandiye: “Îro Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis li Koşka Meksîmûsê pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, ku cara ewil e serdana welatê me dike.” Herwiha hatiye diyarkirin: “Di civînê de fikr û raman li ser hevkarî û girîngiya hevbeş a warê aborî û rewşenbîrî ya navbera her du aliyan hatin danûstandin û her du alî amadebûna xwe ji bo hemahengiyê nîşan dan.”

Di rojnameya Yûnanî de hatiye diyarkirin: “Di civîna navbera her du serokwezîran de tekezî li ser hejmarek mijarên din ku cihê girîngîdana her du aliyan in, hate kirin, ji wan; parastina asayîş û seqamgîriya herêmê û rêzgirtina li yasa û bingehên navdewletî û cîrantiya baş.”

Rojnameya The Toc jî bi girîngî behsa serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo welatê wan dike û pêşwazîkirina wî ji aliyê serokwezîrê welatê wan ve, maşeta sereke ya rojnameyê bû û nivîsandine: “Cara yekem Mesrûr Barzanî ji aliyê serokwezîr ve hat pêşwazîkirin û çend pirs û mijarên girîng hatin gotûbêjkirin.”

1

2

3

4

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parlementoya Almanya tawanên DAIŞê li dijî êzîdiyan wek cînosayd nas kir

Lalish Duhok

Qasim Şeşo radigehîne : Kurdên Êzdî ji bilî alaya Kurdistanê ti alayek din qebûl nakin.

Lalish Duhok

Hunermendeka Êzidî dê bi gelek zimanêt Cîhanî Sitrana bêje.

Lalish Duhok