شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Spasiya aliyên ku êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kirine dikim

Mesrûr Barzanî: Spasiya aliyên ku êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kirine dikim

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya aliyên ku êrîşa tirsonek a li ser Hewlêrê şermezar kirine dike û ragihand; berdewambûna van êrîşên teroristiyane, heybet û karîna desthilata Hikûmeta Federalî dixe jêr berpirsyariyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Twittera xwe nivîsî: “Spasiya wan aliyên ku êrîşa tirsonek a li ser Hewlêrê şermezar kirine dikim. Lê belê şermezarkirin tenê ne bes e û divê bersiva vî karê têkderane bê dayîn.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Berdewambûna van êrîşên teroristiyane yên ji aliyê grûpên deryasayî ve tên kirin, hêz û karîna desthilata Hikûmeta Federelî dixe jêr berpirsyariyê û aramiya Iraqê jî têk dide.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pîrejina êzîdî behsa hovîtiyên DAIŞê dike

Lalish Duhok

Hifzullah Kutum: Gotina ‘Bijî Kurdistan’ ne tawan e

Lalish Duhok

Serok Barzanî ji bo bîranîna Enfala Badînanê: Divê dewleta Iraqê jenosîd û wan tawan û zilman qerebû bike

Lalish Duhok