شبكة لالش الاعلامية

Werin em li jîana jina kurd Cemîla Celîl binêrn

Werin em li jîana jina kurd Cemîla Celîl binêrn

Cemîla Celîl dî 19 Sîbat 1940’an da lî bajarê Êrîvan a paytexta Komara Ermenistanê jî dayîk buye evî xwendina li dibistana dehsala (1948-1958), çûye dibistana taybetî ya muzîka ya Alêksandr Spêndyaryan.
Li vê dibistanê da Cemîla fêrî nota û lêdana ser piyano bûye.
Cemîle di sala 1959 an da dibistana muzîkayê ya heşt sala jî xilas kiriye û li sala 1960 an da bûye xwendekara dîbîstana muzîka ya Romanos Mêlîkiyane.
Di sala 1964 an da Cemîla Celîl dibistan xilas dike û diçe bajaroka Telînê (li Ermenistanê, lê ku 12 gundê Kurda hebûn) û salekî li navenda bajarokêda di dibistana muzîkayê da dibe mamoste. Salên 1964-1967 an da Cemîla Celîl li dibistana dehsala ya Maksîm Gorkî da mamostatiya dersên muzîkayê dike.
Cemîla Celîl xwendina muzîkayê berdewam dike û sala 1964 an da dibe xwendekara Konsêrvatora Êrîvanê ya Komîtas û li fakûltêya teori ya muzîkayê, heta sala 1969-an pênc sala dixûne. 1967 an da dibe rêdaktor(berpirsyar)a beşa muzîka Kurdî li Radyoya Êrîvanê bi zimanê Kurdî. Ji sala 1967-a heta sala 2002’a Cemîle Celîl sî û pênc sala di radioya Kurdî da karê xwe yê muzîkzaniyê berdewam dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Macron dê bi endamên malbateke mexdûrê DAIŞê re bicive

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî prozbahî li Kosret Resûl Elî kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî:pêwîstiya Iraqê bi stratejiyekê heye daku aştî û aramî tê de peyda bibe

Lalish Duhok