شبكة لالش الاعلامية

3 berhemên din ên çandiniyê yên Kurdistanê dê îsal bên hinardekirin

3 berhemên din ên çandiniyê yên Kurdistanê dê îsal bên hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Ragihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, piştî lêkolînan, di werza çinîna sala 2023an de, sêv, hinguv û tiriyê Kurdistanê wek berhemên sereke yên hinardekirinê hatine destnîşankirin.

Fermangeha Medya û Ragihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 15ê Sibata 2023an belav kir, piştî serkeftina projeya hinardekirina hinar, tîma KAEI ya li nivîsgeha Serokê Hikûmetê bi hevahengiya ligel tîma Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, ji bo dîtina berhemên guncaw ji bo hinardekirinê, lêkolînên xwe berfireh kirin. Di encamê de qonaxa duyemîn a wê destpêxeriyê dest pê kir, ku ji bilî hinarê, sê berhemên din jî hinarde dike. Di plane de ye, Îmarata Erebî û bazarên berfireh ên Encûmena Hevkariya Kendavê, kiryarên van berheman bin.

Diyar kir jî, lêkolînek berfireh li ser van sê berhemên çandinî û pêverên karîna hinardekirinê ya ji bo werza dirûnê ya 2023an hatiye kirin. Di encama vê lêkolînê de sêv, hingûv û tirî di werzê çinîna sala 2023an de wek berhemên sereke yên hinardekirinê hatin destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di çarçoveya destpêşxeriya hinardekirina berhemên çandiniyê yên Kurdistanê de, wek berdewamîkirina serkeftinên vê dawiyê yên hinartina hinaran bo Îmaratê, sêvên navdar ên Berwarî niha li firoşgehên Carrefour li seranserê Kurdistanê tên firotin, ev gav jî destkeftek girîng e ji ber ku ew wekî bingehekê ji bo hinardekirina berhemên îsal bo bazarên navdewletî ye.

Da zanîn jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi pêşxistina bazarkirina berhemên navxweyî û pêşxistina hevahengiya xwe ligel firoşkarên navdewletî, di hemû gavan de piştevaniya cotkaran dike.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi wêne…Li Çînê erd şimitî; 141 kes bin axê de man!

Lalish Duhok

Wezîra Derve ya Almanyayê: Em nahêlin Rûsya cîhanê ber bi birçîtiyê ve bibe

Lalish Duhok

Serokatiya Azerbaycanê derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev de daxuyanî da

Lalish Duhok