شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina Partiya Sosyalîst li Mihemedê Hacî Mehmûd pîroz kir

Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina Partiya Sosyalîst li Mihemedê Hacî Mehmûd pîroz kir

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina Partiya Sosyalîst ya Demokrata Kurdistanê li sekreterê wê partiyê pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta çil û pêncemîn salvegera damezirandina Partiya Sosyalîst ya Demokrata Kurdistanê peyameka pîrozbahiyê arasteyî serkreterê wê partiyê Mihemedê Hacî Mehmûd kir. Peyama wî wiha ye:

Birêz Mihemedê Hacî Mehmûd, sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê,

Bi helkefta çil û pêncemîn salyada damezirandina Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahî li weyê birêz û serkirdetî, endam û alîgirên partiya we ya xebatkar dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Hêvîdar im ev helkeftê bibe wesîleya bihêztirbûna pêwendî û hemahengiya navbera hêz û aliyên Kurdistanî bo parastin û berevanîkirin li destkeftên niştimanî û mafên Destûriyên me û karnameya çaksazî ya hikûmeta Kurdistanê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Encûmena Wezîran li ser çend pirsên girîng dicive

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî piştevaniya pêşniyara Barzanî dikin

Lalish Duhok

Droneke Tirkiyê bajarê Qamişlo bombebaran kir

Lalish Duhok