شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 21 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 21 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2380 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 2380 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 742 kes li Hewlêrê, 1030 kes li Silêmaniyê, 432 kes li Duhokê, 136 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 21 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 2 kes li Helebce û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 615 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 253458

Mirin: 4932

Başbûn: 205490

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rolê afreta Êzidî û pêgehê wê dinava civakî da hate behiskirin

Lalish Duhok

BILEZ – Çekdaran li Bexdayê bazarek xistin bin kontrola xwe

Lalish Duhok

Barzanî pêşewazî li Selahedîn Behaedîn kir

Lalish Duhok