شبكة لالش الاعلامية

Kazimî Erdogan vedixwîne Bexdayê

Kazimî Erdogan vedixwîne Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di nameyeke taybet de, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan vedixwîne beşdariyê di komcivîna welatên cîran li Bexdayê de bike.

Li gor daxuyaniyeke Fermangeha Pêwendiyan a ser bi Serokatiya Komara Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Fuad Husên kir û bi hev re li Stenbolê dûrî kamîreyên ragihandinê civiyan.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Iraqê jî di daxuyaniyekê de ragihand, di wê civînê de Fuad Husên nameya vexwandina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daye Erdogan, ji bo beşdarî lûtkeya welatên cîran bibe ku biryar e di dawiya vê mehê de li Bexdayê li dar bikeve.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin jî: “Husên bi Erdogan re hin mijarên girêdayî pêwendiyên dualî û rewşa herêmê guftûgo kirin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dû mamosta ji zankoyên biyanî li hembêza peristgeha laliş bûne mêhvan.

Lalish Duhok

Serhan Îsî: jibo perlemantoya herîma Kurdstanê

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Hêvî dikim aştî û biratî her tim li navçeyên me be

Lalish Duhok