شبكة لالش الاعلامية

Kazimî: Rewşa Iraqê metirsîdar e

Kazimî: Rewşa Iraqê metirsîdar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand; rewşa tendirustiyê ya welat metirsîdar e û divê welatî pabendî rêkarên xweparêziyê bibin.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir, ku di dema serdana polên dibistanan de li bajarê Bexdayê, Mistefa Kazimî ragihandiye: “Tevî vê rewşa dijwar a Iraqê ya ji aliyê aborî, ewlehî û armanckirina stûnên elektrîkê ve, em rijd bûn li ser wê yekê ku ezmûn bi awayekî serkeftî birêvebiçin.”

Mistefa Kazimî diyar kir: “Rewşa tendirustiyê li Iraqê metirsîdar e û divê pabendî rêkarên selametiyê bibin.”

Ev di demekê de ye ku li gor amarên herî dawî yên Tendirustiya Iraqê di 24 demjimêran de 6 hezar û 121 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketine û 67 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Heta niha milyonek û 815 hezar û 497 kes li Iraqê bi vîrusa Koronayê ketine û ji vê hejmarê 20 hezar û 25 kesan canê xwe ji dest dane. Herwiha milyinek û 641 hezar û 870 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne. 153 hezar û 602 kes jî li nexweşxaneyan di bin çavdêriya hûr de ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta Tendirustiya Iraqê amarên fermî yên şewata nexweşxaneya Nasiriye ragihand

Lalish Duhok

Barzanî li Davosê: Dest ji serxwebûnê bernadin

Lalish Duhok

Heta niha çend welatan komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kirine?

Lalish Duhok