Kazimî: Rewşa Iraqê metirsîdar e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand; rewşa tendirustiyê ya welat metirsîdar e û divê welatî pabendî rêkarên xweparêziyê bibin.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir, ku di dema serdana polên dibistanan de li bajarê Bexdayê, Mistefa Kazimî ragihandiye: “Tevî vê rewşa dijwar a Iraqê ya ji aliyê aborî, ewlehî û armanckirina stûnên elektrîkê ve, em rijd bûn li ser wê yekê ku ezmûn bi awayekî serkeftî birêvebiçin.”
Mistefa Kazimî diyar kir: “Rewşa tendirustiyê li Iraqê metirsîdar e û divê pabendî rêkarên selametiyê bibin.”
Ev di demekê de ye ku li gor amarên herî dawî yên Tendirustiya Iraqê di 24 demjimêran de 6 hezar û 121 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketine û 67 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Heta niha milyonek û 815 hezar û 497 kes li Iraqê bi vîrusa Koronayê ketine û ji vê hejmarê 20 hezar û 25 kesan canê xwe ji dest dane. Herwiha milyinek û 641 hezar û 870 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne. 153 hezar û 602 kes jî li nexweşxaneyan di bin çavdêriya hûr de ne.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
