شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 827 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 827 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 231 kes li Hewlêrê, 126 kes li Silêmaniyê û 470 kes li Duhokê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 12 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Helebce ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2010 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 264802

Mirin: 5039

Başbûn: 213510

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya

Lalish Duhok

Li Gir’zêr hejmareka zarokan hatne sunetkirin

Lalish Duhok

Dijeterorê Kurdistanê derbarê êrîşa îro li Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir

Lalish Duhok