شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya dr. Kazim Hebîb peyamek belav kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya dr. Kazim Hebîb peyamek belav kir

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya nivîskarê Iraqî dr. Kazim Hebîb peyamek belav kir.

Nivîskar û rewşenbîrê Iraqî dr. Kazim Hebîb îro di temenê 86 saliyê de li Almanya koça dawî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya wî peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Bi keserek mezin, min nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîr û kesayetê naskirî yê Iraqî dr. Kazim Hebîb bihîst.

Dr. Kazim parêzvanekî diyar yê mafên mirov û mafên gelê Kurdistanê bû. Ez sersaxiyê didim malbata wî ya birêz û xwe şirîkê xema wan dizanim. Xwedayê mezin ruha wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide malbat û mirovên wî.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Jineka mesîhî bû seroka desteya mafên mirov ya Kurdistanê

Lalish Duhok

Şingal- Nasnameya 104 termên gorên bikom aşkere bûn

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Spasiya wan aliyan dikim ku li ser sozên xwe man

Lalish Duhok