شبكة لالش الاعلامية

Li Norwêcê 2 Kurd wekî parlamenter hatin hilbijartin

Li Norwêcê 2 Kurd wekî parlamenter hatin hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) Li Norwecê du hilbijartinên parlamentoyê birêve çûn û li gor encamên destpêkê yên hilbijartinan, Partiya Mafên Muhafezekar (H) a bi serokatiya Serokwezîr Erna Solberg, bû partiya duyemîn, û Partiya Karkeran (AP) a dijbereya sereke jî yekemîn derket. Herwiha 2 berjêrên Kurd di hilbijartinan de karîn bikevin parlamentoya wî welatî.

Dengdana hilbijartinên Norwecê, ku 3 milyon û 880 hezar hilbijêr çûn ser sindoqan, bi dawî bû. Li gorî encamên destpêkê, tê gotin ku partiyên çep ên muxalefetê ji 169 kursiyên parlamentoyê 100 kursiyan bi dest dixin û partiyên rastgir jî 69 parlamenteran bi dest dixin.

2 kurd bûn endamê parlamentoyê Norwêcê

Di hilbijartinê de Berbijêrê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Manî Huseynî yê ji Partiya Karkeran a Norwecê û berbijêra Kurda Bakurê Kurdistanê Seher Aydar jî ji Partiya Sor, wekî parlamenter hatin hilbijartin.

Manî Huseynî, li bajarê Qamişlo yê Rojava ji dayîk bûye û nêzîkî 23 sal berê bi malbata xwe re ji Rojava Kurdistanê koçî Norwêcê kiriye.

Huseynî li Norwecê xwendina xwe ya amadehî û navîn bi dawî kir, pişt re jî fakulteya Zanistên Siyasî xwend. Têza Huseynî  li ser “Doza Kurdî li Bakurê Kurdistanê” bû.

Manî Huseynî di 2011 de ew wekî dîplomatek stajyer li Balyozxaneya Norwêcî li Abu Dhabi kar kiriye.

Seher Aydar a Kurd jî ji di temeneke biçûk de ji Konyayê koçê Norwecê bûye. Aydar, ku endamê Desteya Navendî ya Partiya Sor e, di hilbijartinên 13ê Îlonê de ji Osloyê di rêza duyemîn de berbijêr bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

59 parlementarên Ewropî girtina kenala Zarok ya bi zimanê Kurdî li Tirkiyê şermezarkirin

Lalish Duhok

Serokê‌ bingehê‌ laliş: Bawer nakem Êzidî ji kabîna nû ya Hikumeta Kurdistanê‌ bê‌ behr bin

Lalish Duhok

DAIŞê li Kerkûkê êrîşî binkeyeke dengdanê kir

Lalish Duhok