February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: PKK û mîlîşyayên çekdar rê li ber cibicîkirina rêkeftina Şingalê digirin

Mesrûr Barzanî: PKK û mîlîşyayên çekdar rê li ber cibicîkirina rêkeftina Şingalê digirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, “PKK û mîlîşyayên li Şingalê ne, sedema cibicînekirina rêkeftina Şingalê ne. Em bi ti awayî dest ji ax û mafên xelkê Şingalê bernadin û divê xelkê Şingalê bi serbilindî vegere Şingalê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” bersiva li pirseke gencekî Şingalê derbarê rêkeftina Şingalê, rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan de belav kir û got: “Rêkeftina me bi Hikûmeta Federelî re ji bo asayîkirina rewşa Şingalê heye. Pirsgirêk ew e, ew desthilata ku niha li Şingalê heye, ne desthilata Hikûmeta Federalî ye, belkû rikberiyê li desthilata federalî dike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Grûpên mîlîşyayan û PKKê li Şingalê ne. Yek ji sedemên cibicînekirina rêkeftina Şingalê, hebûna wê desthilata neyasayî ye ku rê nade ew rêkeftin were bicibîkirin.”

Herwiha got: “Em bi ti awayî dest ji ax û mafên xelkê Şingalê bernadin û divê xelkê Şingalê bi serbilindî vegere Şingalê.”

Amaje bi şehîdbûna 500 Pêşmerge di riya rizgarkirina Şingalê de kir û got: “Ew karesata bi ser xelkê Şingalê de hatiye, bi me nexweş bû û 500 Pêşmerge şehîd bûn, heta ku Şingal hat rizgarkirin.”

Herwiha got: “Piştî 16ê Cotmehê, xelkê xelkê wê ji me re got êdî em careke din şer li navçeyê derkeve. Lê ev nayê wateya ku ev rewş li Şingalê berdewam be û divê xelkê Şingalê bi serfirazî vegerin.”

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Gelek soz ji bo hevkarîkirin û avedankirina Şingalê hatine dayîn. Diyar kir jî: “Gava yekem, vegera Pêşmerge, xelkê Şingalê û îdareya wê ya rewa û yasayî ye. Vê derbarê de jî em li bendê ne bizanin ka hikûmeta Iraqê dê çi bike.”

Şingal roja 3ê Tebaxa sala 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat dagîrkirin, bi hezaran Êzidî hatin kuştin û revandin û bi dehan hezar Êzidî jî koçber bûn. Roja 13 Mijdara 2015an jî bi ferman û serkirdatiya rasterast a Serok Barzanî proseya rizgarkirina Şingalê bi beşdarbûna 7500 Pêşmerge dest pê kir û karî di heyama 24 demjimêran de dawiyê li dagîrkirina Şingal bîne.

Ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, di 9ê Îlona 2020an de, di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de rêkeftinek hat îmzekirin, lê ji ber hebûna PKKê û Heşda Şeibî, heta niha ew rêkeftin nehatiye cibicîkirin.

Di nûtirîn pêşhat de jî, çekdarên PKKê pêr rê li pêş kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê girt û rê neda wan derbasî Şingalê bibin û bangeşeya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi