شبكة لالش الاعلامية

Serokên zanîngehên Duhok piştevanya xwe jibo xwendekarên Êzdî diyarkirin

Serokên zanîngehên Duhok piştevanya xwe jibo xwendekarên Êzdî diyarkirin

Tora Laliş ya mediyaî:

Îro dûşemê 21/8/2023 şandeke Desteya Bilinda Bingehê Laliş ku pêkhatbû ji “Dr.seîd Xudêda” Cêgrê Serokê Bingehê Laliş û “Dr.munîb Seydo” berpirsê beşê xwendekaran،seredana zanîngeha Newroz û zanîngeha Polîteknîkî Duhok kir.

Şandê navhatî digel berêz “P.Dr. ebdalwehab Xalid” Serokê Zanîngeha Newroz û xatun “P.Dr. arî Adil” Seroka Zanîngeha Polîteknîkî Duhok kombûn.

Di kombûnê da rewşa xwendekarên Êzdî ji hemû aliyan ve û kêşe û pêdawîstyên xwendekaran hatin behskirin, herwesa herdû Serokên zanîngehên Newroz û Polîteknîkî Duhok piştevaniya xwe bo her asankaryekê bo xwendekarên Êzdî dyarkir.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çar bi Çar: Em dixwazin muzîka Kurdî bi muzîka cîhanî ve bînin cem hev

Lalish Duhok

Şêx Şamo : di Sala 2014ê da kar dikin ji bo damezirandina Radiyo yeka taybet bi Êzidîyan ve

Lalish Duhok

Zaxo – Zêdetirî 30 xaniyan ji kêmderametan re hatin pêşkeş kirin

Lalish Duhok