شبكة لالش الاعلامية

PDK li seranserî Kurdistanê dîsan bûye yekem

PDK li seranserî Kurdistanê dîsan bûye yekem  

BasNews– Li gor amar û zanyariyên ne fermî yên çavdêrên siyasî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), namzedên PDKê li Herêma Kurdistanê û deverên derveyî Herêmê, serkeftineke berçav bi dest xist.

Li gor zanyariyên ne fermî, ku Kurdistan24ê ji çavdêrên siyasî wergirtine; PDKê nêzîkî 28 kursî misoger kirine.

Herwiha li gor pêşbîniyan; PDK li Kerkûkê 2 kursî, li Silêmaniyê 3 kursî, li Neynewa 7 kursî misoger kirine.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bendê ye ku ji bilî kursiyên Hewlêr û Duhokê, li parêzgehên din ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî kursiyan bi dest bixe.

Herwiha bi dawîbûna proseya dengdanê jî proseya jimartin û cihêkirina dengan dest pê kir û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê ragihandibû piştî bi dawîbûna rêjeya dengdanê bi 24 saetan wê amarên fermi ragihînin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş pişkdarî di pêşangeheke geştyarî ya nêvdewletî li Duhokê da kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Rêxistina Xêrxwazî ya LDS kir

Lalish Duhok