شبكة لالش الاعلامية

Hewlêr biryara hikûmeta federal a terxankirina 2 miliyar Dînar bo rûbirûbûna lehiyan red dike

Hewlêr biryara hikûmeta federal a terxankirina 2 miliyar Dînar bo rûbirûbûna lehiyan red dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw nerazîbûna xwe li hember biryara Encûmena Wezîran a Iraqê nîşan da û got: “Ev birê pereyan ne di asta hêviyên me de ye.”

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di daxuyaniyekê de ragihandibû, Serokatiya Encûmena Wezîran a Iraqê 2 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re terxan kir.

Li ser vê biryara Encûmena Wezîran a Iraqê, Parêzgarê Hewlêrê di daxuyaniyê de nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand, ji bilî ziyanên canî, ziyanên madî biqasî 21 milyar Dînar hatin texmînkirin, ji ber wê û wek mafekî me yê yasayî me daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku ji budceya karesatan û bûyerên awarte ku mehane ji budceya Herêma Kurdistanê tê birîn, beşa ku mafê Herêma Kurdistanê ye ji me re vegerîne.

Parêzgarê Hewlêrê got jî: “Di civîna Encûmena Wezîran a Iraqa Federal de, biryar hat dayîn ku tenê 2 milyar Dînar ji Hewlêrê re were şandin, ev jî li hemberî ziyana mezin a karesateke xwezayî ya bi ser bajarê me de hatiye, ti carî ne di asta hêviyên me de bû.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Ev birê pereyan ne di asta qebareya ziyanan de ye, ji ber wê ligel ku em van pereyên ji me re hatiye diyarkirin red dikin û bi ti awayî wernagirin, em bêhêvîbûna xwe ji hevkariyên Hikûmeta federal a Iraqê nîşan didin û em van pereyan qebûl nakin.”

Parêzgarê Hewlêrê got: “Em daxwazê ji Encûmena Wezîran a Iraqê dikin ku bi biyara xwe ve biçe, ji ber ku tiştê me daxwaza wê kiriye, mafekî me yê yasayî ye û ne em xêrekê dixwaz dikin, ji ber ku mehane bi navê xerciyên siyasî ji budceya Herêma Kurdistanê dihat birîn û niha jî di vê dema ku pêwîstiya me heye, divê ji me re bê vegerandin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peyama Desteya Bilinda Bingehê Laliş bo cejina cemayê

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Êzidîyek dibe cêgirê serokê zanîngeha Duhokê

Lalish Duhok