شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li desteya serokatiya parlementoya Iraqê kir

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li desteya serokatiya parlementoya Iraqê kir

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Desteya Serokatiya Parlementoya Iraqê kir û hêviya xwe derbirî ku ev hilbijartin bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust û Iraqê ber bi qonaxeke nû ve bibe.

Roja Yekşemê, 09/01/2022, li parlementoya Iraqê dengdan birêve çû û di encamê de Mihemed Helbûsî careke din wek Serokê Parlementoyê hat hilbijartin. Hakim Zamlî wek Cîgirê Yekem û Şaxewan Ebdullah jî wek Cîgirê Duyem ê Serokê Parlementoyê hatin hilbijartin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 10/01/2022, bi boneya hilbijartina Desteya Serokatiya Parlementoya Iraqê peyamek belav kir û pîrozbahî li Serokê Parlementoyê û herdu cîgirên wî kir û hêviya serkeftinê bo wan xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hêviya xwe derbirî, “hilbijartina Desteya Serokatiya Parlementoya Iraqê bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust li welat ku komkera hemû hêz, alî û pêkhateyên welat be û Iraqê ber bi qonaxeke nû ya aramî, seqamgiriya siyasî û karkirina bi hev re araste bike, ji bo xizmetkirina zêdetir û niha û pêşerojeke baştir bo welatiyan.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Zanîngeha Zanstên Mirovatî supasyeka bê sinor arastey Bingehê Laliş dike

Lalish Duhok

Honermend Rojîn wê harîkarya rizgarbuyên Êzidî bi ke

Lalish Duhok

Zêdetir ji 500 xwandevanên êzdî bûne qurbana siyaseta xelet a PKKê

Lalish Duhok