شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî li Hewlêrê agirê Newrozê vêxist

Serok Barzanî li Hewlêrê agirê Newrozê vêxist

BasNews – Serok Mesûd Barzanî li parka Şaneder ya Hewlêrê agirê Newrozê vêxist.

Vê êvarê ahengên pîrozkirina cejna Newrozê li seranserî Herêma Kurdistanê dest pê kirin û li her derî agirê Newrozê hat vêxistin.

Li Hewlêrê jî li parka Şaneder agirê Newrozê ji aliyê Serok Barzanî û çend zarokên şehîdan ve hat vêxistin.

Di ahenga Hewlêrê de ji bilî Serok Barzanî, serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî û gelek berpirsên din yên Kurdistanê beşdar bûn.

Ahenga Newrozê li Hewlêrê û gelek deverên Herêma Kurdistanê heta niha jî didome.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş tayê başîk xwendekar Roj Elîn Dawid xelat kir

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekitiya Cîhana Misilmanan kir

Lalish Duhok

Ji Kaniyên Yezdaniyê

Lalish Duhok