شبكة لالش الاعلامية

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna Newrozê

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna Newrozê

Bi minasebeta cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî, germtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe û kesûkarên serfiraz yên şehîd û enfalan dikim.

Hêvî dikim rojên cejnê di nava rewşeke aram, şadî û xweşî de biser berin, daxwaz ji welatiyan dikim di dema seyranê de paqêjiya jîngehê biparêzin û rêkarên hatinçûnê jî cîhbicîh bikin.

Di dirêjahiya dîrokê de Newroz bo gelê Kurdistanê herdem sembola berxwedan, rûbirûbûna sitem û zordariyê û domandina xebat, azadî û rizgarbûnê bûye. Gelê Kurdistanê niha jî berdwam e li ser xebatê bo parastin û berevanîkirin ji mafên xwe yên destûrî, bi ti awayî jî ne amade ye di bin ti zextekê de dev ji xwestek û mafên xwe yên netewî berde.

Bi minasebeta Newrozê careke din em diyar dikin ku Herêma Kurdistanê weke her car faktereke girîng ya aramî û aştiyê li deverê de dibe û ti car nabe sedema gef û metirsiyan bo ti aliyekê, belku berovajî herdem li kêleka berevanîkirin ji mafên xwe yên destûrî, xwedan roleke girîng û berçav jî bûye bo pêşdebirina çanda lêborîn û bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên curbicur yên Herêma Kurdistan û Îraqê de.

Newroza we pîroz be, Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan biparêze.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hikûmeta Iraqê: Bi beşdarbûna Pêşmerge şerê rizgar kirina Mûsilê destpê kir

Lalish Duhok

Şêx Şamo: PKK bûye dostê erebên ku di jenosîda Şingalê de alîkariya DAIŞê kiribûn!

Lalish Duhok

Fistiqên Sêrtê êdî li Zaxo jî hêşin dibin

Lalish Duhok