شبكة لالش الاعلامية

AMED – ‘Newroz li hember zilmê sekn e’

AMED – ‘Newroz li hember zilmê sekn e’

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê şahiya Newrozê di bin tedbîrên tund ên emnî de destpê kir. Rûdaw bi rûmaleke taybet şahiya Newroza li Amedê veguhest.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê îro 21ê Adarê ahengeke mezin a Newrozê,  bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” weke fînala Newroza Bakurê Kurdistanê hat sazkirin û bi sedan hezar kes têde beşdar bûn.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, siyasetmedarê naskirî yê Kurd Ahmet Turk û nûnerên partiyên Tifaqa Kurdistanî, parlamenterên HDPê û herwiha ji perçeyên din ên Kurdistan û cîhanê gelek kesayet û delegasyon beşdarî şahiya Newroza Amedê bûn.

Li gor peyamnêrê Rûdawê, welatî piştî 4 cihên pişkinînê xwe gihandin cihê Newrozê û herwiha ji ber sedemên cuda derdora 200 kesan hatin desteserkirin. Herwiha polîsan rê nedan xort û zilam bi cilûbergên xwe yên Kurdî derbasî qada Newrozê bibin.

Di axaftinên li ser dikê de bi Kurdî û Tirkî peyama yekîtiyê hate dayîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî ji bo giştpirsiyê diçe Ewropayê!

Lalish Duhok

Îro 26mîn salvegera serhildana bajarê Duhokê ye

Lalish Duhok

Bingehê Laliş:Bi rêz û dilbîrînaneka mezin da, em 40 salîya Anfal û bê serucihbûna Anfalên Barzanîyan li bîrdînîn

Lalish Duhok