شبكة لالش الاعلامية

Parlementoya Almanya tawanên DAIŞê li dijî êzîdiyan wek cînosayd nas kir

Parlementoya Almanya tawanên DAIŞê li dijî êzîdiyan wek cînosayd nas kir

BasNews – Parlementoya Almanya tawanên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî wek cînosayd nas kir.

Endamê parlementoya Almanya, Max Lucks ji ajansa France Press re ragehandiye, parlementoya Almanya bi piraniya dengan tawanên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî wek cînosayd nas kir.

Max Lucks her wiha gotiye, helbet ev pêngaveka baş e bo nehîştina êş û janên wan.

Wî parlementerê Almanya daye xuyakirin, armanca wan dabînkirina jiyanaka asûde ye bo êzîdiyan.

Par jî dadgeheka Almanya çend terorîstên DAIŞê bi encamdana cînosaydê li dijî êzîdiyan tawanbar kiribû û sizayê girtina heta hetayî bi ser wan de sepandibû.

Terorîstên DAIŞê havîna sala 2014 bi rengekî hovane êrişî devera Şingalê kirin. Bi sedan êzîdî komkuj kirin, bi hezaran keç û jinên êzîdî revandin, bi sed hezaran êzîdî jî derbider û aware bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş piştgerya helweîstê wekîlê mîrî û civata rohanya Êzidîyan di ke sebaret dirêj kirina wîlayeta serok Barzanî

Lalish Duhok

300 Xêzan û qutabyên awarên şingalê harikaryên darayî ji bingehê laliş wergirtin 

Lalish Duhok

Şingal.. xanyek bi çar welatyan ve hate peqandin

Lalish Duhok