شبكة لالش الاعلامية

Tirkiyê gundê Perex a li sînorê Zaxoyê careke din topbaran kir

Tirkiyê gundê Perex a li sînorê Zaxoyê careke din topbaran kir

 Îro 22.07.2022yê careke din artêşa Tirkiyê gundê Perex a li sînorê Zaxoyê topbaran kir. Hêjayî gotinê ye roja çarşema borî jî di encama topbarana artêşa Tirkiyê ya li gundê Perexê 9 geştyarên Iraqê hatin kuştin û 29 kesên din jî birîndar bûn.

Rêveberê nahyeya Derkar a ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê Dilşêr Ebdulstar ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro artêşa Tirkiyê sînorê gundê Perexê careke din topbaran kir û naha em ji bo ziyanên topbaranê bizanin ber bi cîhê bûyerê ve rêkeftine.’’

Herwaha got, tenê di vê heftiyê de zêdetir ji 3 caran gundê Perex a li sînorê Zaxo hatiye bombebaran kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata hunermend Selam Koyî

Lalish Duhok

Kongirê Sêyê yê Nivîsîngeha Laliş Êsya hate gêran

Lalish Duhok

serokê bingehê laliş derçonên xoleka komputerî xelat kirin

Lalish Duhok