Heşda Şeibî li Şingalê planek nû cîbicî dike
(Rûdaw)
Heşda Şeibî li başûrê Şingalê mijûlî avakirina encumeneke rêveveriyê ye. Berpirsekî Kurd ê nava Heşda Şeibî jî dibêje, piştî avakirina wê encumenê, dê tevahiya berpirsên îdarî yên vê deverê werin guhertin, çimku bi gotina wî piraniya wan pêştir alîkariya DAIŞê kirine.
Fermandeyên Heşda Şeibî dibêjin, operasyonên wan li rojavayê Mûsilê bi dawî hatine, lê belê niha ew dixwazin cihê pêyên xwe li wan deveran qahîm bikim, ku pêştir kontrol kirine, bi taybet navçeya Beacê, ji be rwê jî niha mijûlî avakirina encumenekê ne, ji wan deveran re ku deverên Kurdên Êzidî ne.
Fermandeyê Yekîneyên Êzidxanê, Nayif Casim ku Muxtarê gundê Koço yê ser bi Şingalê ve û herwiha Serokê Eşîra Mendikan e, derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand: “Em niha mijûlî damezrandina encumeneke siyasî û îdarî bo wan deveran in. Bi rêya wê encumenê ve, em dê berpirsên nû bo yekeyên îdarî yên deverê danin.”
Nayif Casim got: “Em rê nadin berpirsên kevin vegerin, çimku dema xwe wan xiyanet li me kir û destê xwe tevlî destê DAIŞê kirin (piştgirî dane DAIŞê).”
Nayif Casim bi xwe û tevî hêza pê re tevlî refên Heşda Şeibî bûne.
Lê belê Seorkê Encumena Parêzgeha Neynewayê (Mûsilê) dibêje, Heşda Şeibî mafê wê çendê nîne ku berpirsan biguhere.
Beşar Kêkî ji Rûdawê re got: “Heşda Şeibî nikare yek berpirsên wan deveran jî biguhere, çimku ji aliyê yasayî ve guhertina her berpirsekî parêzgeha Neynewayê ji desthilata encumena parêzgehê ye.”
Kêkî herwiha bê agahiya xwe ji wê niyeta Heşda Şeibî jî ragihand.
Nêzîkî du mehan e ku Heşda Şeibî ew deverên dikevine başûrê Şingalê, ji destê DAIŞê derxistine, lê belê hêşta ti kes ji xelkê deverê nevegeriyaye ser cih û warê xwe.
Derbarê nevegeriyana xelkê sivîl bo wan deveran de, gotinên ciyawaz tên gotin.
Fermandeyê Yekîneyên Êzidxanê, Nayif Casim di vê bareyê de dibêje, Pêşmerge ji nevegeriyaa awareyan berpirs e. Ew dibêje: “Heta niha tenê 9 malbat vegeriyane, çimku rêgirî li vegera xelkê tê kirin. Êdî nabe Kurd rêgiriyê li vegera xelkê bike. Ew her bi wê yekê nesekinîne, belku dixwazin wan xortan jî poşman bikin, ku hatine nava refên Heşda Şeibî, ji ber wê jî em wê yekê qebûl nakin.”
Nayif Casim ji destpêka êrişên DAIŞê bo ser Şingalê û derdora wê de, awareyê bajarê Duhokê bû, piştre çû Almanyayê, lê belê piştî ku Heşda Şeibî operasyona kontrolkirina başûrê Şingalê ragihand, vegeriya û yekser serdana Bexdayê kir û pêwendî bi refên Heşda Şeibî ve kir û hêzek bi navê Yekîneyên Êzidxanê damezrand.
Nayif Casim behsa paşeroja hêza xwe dike û dibêje: “Berpirsên bilindên Heşda Şeibî yên wan deveran ji bo cejna Remezanê vegeriyabûn deverên xwe. Di demek nêzîk de tên û li serbazgeha mezin a Şingalê hemû hêzên me dest bi perwerde û rahênanê dikin.”
Heşda Şeibî di operasyonên xwe yên li Başûrê Şingalê de, 13 gund û çend komelgehên Kurdên Êzidî û 3 gundên Kurdên Musilman kontrol kirin. Herwiha giringtirîn cihê ku li wê deverê kontrol kirine, navçeya Beacê ye.
Fermandeyê pilebilindê Heşda Şeibî, Ebû Mehdî El-Muhendis pêştir ji Rûdawê re gotibû, ew dê hemû wan deverên ku kontrol kirine, radestî xelkê deverê bikin, lê belê fermandeyekî Kurd ê di nava Heşda Şeibî de ji Rûdawê re aşkere kir, ku Heşda Şeibî soza xwe bi cih neanîn.
Fermandeyê Yekîneyên Êzidxanê li ser wê yekê dibêje: “Heşda Şeibî di hevkarîkirina me de cidî ne. Hemû xore çek dane me, herwiha biryar dane ku rahênanê bi me bikin, da ku di paşerojê de em bikarin deverên xwe biparêzin.”
Ji destpêka operasyona kontrolkirina başûrê Şingalê de, hejmarek Kurdên Êzidî tevlî refên Heşda Şeibî bûn.
Seîd Murad ku efserekî Hêza Pêşmerge bû li Fermandeyiya Şingalê, tevî 20 pêşmergeyên pê re çûbûne nava refên Heşda Şeibî, piştre ew bi xwe û 18 pêşmergeyên din vegeriyane nava refên Pêşmerge.
Seîd Murad ji Rûdawê re got: “Em neçûbûne nava refên Heşda Şeibî, em tenê ji bo wê çendê çûbûn, ku beşdarî di rizgarkirina deverên xwe de bikin û deverên xwe bibînin. Piştî 25 rojan em vegeriyan. Niha em hemû Pêşmerge ne.”
Seîd Murad herwiha bi dûr dizane, heta ku Heşda Şeibî li wan deveran bimînin, ew bikarin vegerin ser cihên xwe û got: “Heta Pêşmerge nevegere bo wan deveran û wan cihan neparêze, ti kes navegere bin desthilata Heşda Şeibî.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
