شبكة لالش الاعلامية

50 çekdarên DAIŞê radestî Iraqê hatin kirin

50 çekdarên DAIŞê radestî Iraqê hatin kirin

BasNews –  50 çekdarên DAIŞê yên xelkê Iraqê, ji aliyê Sûriyê ve radestî Wezareta Navxwe ya Iraqê hatin kirin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê eşkere kir, bi rêya hevahengî û hevkariya hevbeş, 50 çekdarên DAIŞê ku bi eslê xwe Iraqî ne, piştî destserkirina wan li nav axa Sûriyê, radestî Operasyonên Hevbeş ên Iraqê hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hatiya diyarkirin, proseya radestkirina çekdaran ji aliyê Sûriyê ve bi rêya Deriyê Sînorî yê Rebîe bûye, Dezgeha Îstixbarat û Lêkolînê ya Federal jî li Wezareta Navxwe ya Iraqê rêkarên yasayî yên li dijî çekdaran pêk anîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hikûmeta herêmê peyamek belav kir

Lalish Duhok

Gencên Başûrê Kurdistanê bo çi berê xwe didin Ewropa?

Lalish Duhok

Simînarek li dor rolê jinê di civakî de li Sinûnê tê behs kirin

Lalish Duhok