شبكة لالش الاعلامية

Hakim Rizgar Mihemed Emîn: Dadgeha Federal a Iraqê di bingeh de nedestûrî ye

Hakim Rizgar Mihemed Emîn: Dadgeha Federal a Iraqê di bingeh de nedestûrî ye

BasNews – Endamê berê yê Dadgeha Dûvçûn a Herêma Kurdistanê aşkera kir, Dadgeha Federal a Iraqê di bingeh de yasaya wê nedestûrî ye û pêkhateya dadgehê wek madeya 92 beşa 2 ya destûrê nîne.

Endamê berê yê Dadgeha dûvçûn a Herêma Kurdistanê Dadwer Rizgar Mihemed Emîn derbarê biryara Dadgeha Federal a dijî mafên darayî yên Gelê Kurdistanê ji Dengê Amerîka re ragehand: ‘’Di bingeh de yasaya dadgehê yasayekî nedestûrî ye, ji ber li gor madeya 92 beşa 2 ya destûra Iraqê dadgeh pêknehatiye, ku pêwîste şaraza li fiqhê îslamî û yasanas li yasa û dadwerî têde hebin. Lê ya naha heye kar pê tê kirin bêguman ew yasaya destûrî nîne desthilat û pêkhateya wek destûrê nîne. Pêkhateya dadgehê wek madeya 92 beşa 2 ya destûrê pêknehatiye.’’

Herwaha got: ‘’Bêbeş kirina hin xelkê li Herêma Kurdistanê yan jî her cîhekî din ê Iraqê ku bên bêbeş kirin ji budceya Iraqê nedestûrî ye û li gel mafê mirov jî guncaw nabe û karekî nemirovî ye.’’

Çarşema borî Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku hemû biryarên encûmena wezîrên Iraqê yên ji bo şandina pare ji Herêma Kurdistanê hilweşand.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konê Reş: Di 113 Saliya Rojbûna Barzaniyê Nemir de, Çend Gotin

Lalish Duhok

Êzidîyek dibe cêgirê serokê zanîngeha Duhokê

Lalish Duhok

Li Hawlêrê Seîd Cirdo bi hûrî behsa çendîn babetên girîdayî rewşa Êzdiyan kir.

Lalish Duhok