شبكة لالش الاعلامية

Li Zaxoyê ji ber teqîna guleyê Doçkayê 2 zarok birîndar bûn

Li Zaxoyê ji ber teqîna guleyê Doçkayê 2 zarok birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li Zaxoyê ji ber teqîna guleyê Doçkayê du zarok birîndar bûn, yek ji wan zarokan rakirin Nexweşxaneya Hewarçûnê ya Duhokê.

Bûyer şeva bihorî 30ê Çileya 2023an di demjimêr 19:00 de li Taxa Xirab Babkê ya li navenda bajarê Zaxoyê çê bûye.

Li gor agahiyan, yek ji zarokan 5 salî û yê din 6 salî ye û guleyeke Doşkayê bi wan ve teqiyaye.

Berpirsê Ragihandina Polîsê Zaxoyê, Ehmed Remezan ji Rûdawê re got, “hejmarek ji zarokan agir pêxistine, guleyeke Doçkayê xistine nava agir, di encamê de gule teqiyaya û zarokên bi navê (A.B.A) û (M.N.S) birîndar bûnr.”

Piştî bûyerê her du zarokên birîndar bo Nexweşxaneya Hewarçûnê ya Zaxoyê hatin veguhastin. Berdevkê Ragihandinê ya Polîsê Zaxoyê got, paşê zarokekî birîndar rakirine Nexweşxaneya Hewarçûnê ya Duhokê.

Derbarê tendirustiya zarokê birîndar ê li Duhokê de, berpirsekî nexweşxaneya Hewarçûnê ya Duhokê ji Rûdawê re ragihand, saçmeyekî guleyê çûye nav piyê wî yê birîndar, çareseriya pêwîst jê re hatiye kirin û niha tendirustiya wî başe.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî bo naskirina jenosîda Kurdên Êzdî spasiya Almanyayê kir

Lalish Duhok

Bingehê Çandî û Civakî ya Lalişê, tayê Bahzanî, salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê pîroz dike

Lalish Duhok

Osman Guden: mal û komelên êzidya ne dewletin û her karekê‌ dikarin dikin bo xizmetkirna civakê‌ xo

Lalish Duhok