شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Îtalyayê re rewşa ewlehî û aboriya Herêma Kurdistanê gotubêj kirin

Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Îtalyayê re rewşa ewlehî û aboriya Herêma Kurdistanê gotubêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku her du alî daxwaza berdewambûna hevkariyên emnî û hevahengiyê li ser wê yekê kirin ku rewşa ewlekarî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bihêztir bibe.
Di hevdîtinên xwe yên dawî de yên li Îtaliya doh êvarê roja pêncşemê 13-04-2023 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Romayê bi Wezîrê Berevaniyê Guido Crostto re civîya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî “spasiya alîkarî û piştevaniya serbazî ya Îtalya bo Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê da kir û xwesteka Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina hevkariyên hevbeş digel Îtalyayê di warên ewlehiyê û leşkerî da nîşan da.”

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê “Wezîrê Berevaniya Îtalyayê rola Herêma Kurdistanê di baştirkirina aramiya ewlehiya Iraq û navçeyê û şerê li dijî terorîstan de bilind nirxand û ji bo hevkarî û hemahengiya digel hêzên Îtalya yên li Herêma Kurdistanê spasiya Herêma Kurdistanê jî kir.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî û Guido Crostto “xwesteka xwe ya ji bo berdewambûna hevkariyên ewlekarî û şerê dijî terorîstan diyar kirin û hevdeng bûn ku rewşa aborî û aramiya emnî bi hev re girêdayî ne, lewma bihêzkirina aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê girîng e.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi Wêne … Agirê Newrozê li nawçeya Xankê hat vêxistin

Lalish Duhok

Ahngeka cemawerî ya mezin bo pştevanya berbjêra êzidî “Runak Alî Êzdîn” li Şarya hate gêran

Lalish Duhok

57 rojnamevanên Şingalê li bingehê laliş hatne xelatkirin

Lalish Duhok